Li Amedê fîşekên hewayî qedexe ne!
Li Amedê fîşekên hewayî qedexe ne!
Li Amedê fîşekên hewayî qedexe ne!
Fîşekên hewayî yên li her devera cîhanê di pîrozbahiyan de tên bikaranîn, êdî li Amedê qedexe ne. Walîtiya Amedê bi îdîaya "ji ber di pîrozbahiya hin rê li ber tirsa li nava civakê vekiriye" kirî û firotina fîşekên hewayî û patpatokan qedexe kir.
Walîtiya Amedê, bi sedema li hin cihên 'bê destûr' hatine bikaranîn û rê li ber tirs, kelecan û panîka di nava gel de vekiriye, ewlehiya can û mal xistiye tehlûkeyê, kirî û firotina fîşekên hewayî û patpatokan qedexe kir.
Di daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Amedê de hat gotin ku li kesên fîşekên hewayî bikar bînin wê li gorî qanûna 32 (Li dijî fermanê tevgeriyaye-182 TL cezayê pere) û li gorî qanûnaa 36. (teqreqî-88 TL cezayê) ceza li wan were birrîn.
Hat ragihandin ku 9 kesên tê îdîakirin fîşekên hewayî teqandine bi giştî 2 hezar û 312 TL cezayê pere hatiye birrîn.