Li Amedê hêjmara kesên di êrîşê de mirin giha 3’an

Li Amedê hêjmara kesên di êrîşê de mirin giha 3’an

Şeva din li navçeya Çermik ya Amedê wesayîtekî park kirî ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve hate gulebaran kirin û hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan giha 3’an.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, wesayîta bi plaqeya 44 NE 750 ji aliyê kes yan jî kesên nenas bi biçekên lûle dirêj hate gule baran kirin. Newzat Karakaya (23) û Denîz Avci (23) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, ji birîndaran jî Mehmet Yildiz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermikê û ji wir jî şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê. Yildizê birîndar jî li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin, ji bo otopsiyê cenazeyên her sê kesan şandin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Polîs ji bo kes yan jî kesên êrîşa çekdarî pêkanîne bigirin lêpirsînek berfireh dan destpêkirin. Gelek gule li wesayîtê ketine. Piştî hûrkolîn li ser wesayîta kes têde hatin kuştin, hate kirin bi wesayîta hilgirtinê ji cihê bûyerê rakirin û birin navçeya Erxeniyê.