Li Amedê hezar û 841 peywirdarên fermî yên olî hene
Li Amedê hezar û 841 peywirdarên fermî yên olî hene
Li Amedê hezar û 841 peywirdarên fermî yên olî hene
Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bekîr Bozdag bersiva pirsnameya Parlementerê BDP'ê Altan Tan da û diyar kir ku, li Amedê hezar 623 mela, 194 muezzîn-kayyim û 24 peywirdarên xizmetê hene.
Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bekîr Bozdag bersiva pirsnameya Parlementerê BDP'ê Altan Tan a têkildarî hejmara mizgeft û melayan de agahî da. Bozdag di bersiva xwe de diyar kir ku, li Amedê 807 mizgeft û 133 mescîd hene. Bozdag anî ziman ku, li Amedê hezar û 217 kesên kadro, 406 kesên bi peyman bi giştî hezar û 623 mela, 177 kadroyî û 17 kesên bi peyman bi giştî 194 muezzîn-kayyim û 24 kesên xizmetê dikin hene.