Li Amedê ji bo 15'ê Tebaxa bang
Li Amedê ji bo 15'ê Tebaxa bang
Li Amedê ji bo 15'ê Tebaxa bang
Rêxistina BDP'ê ya Amedê derbarê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê daxuyanî da û banga tevlîbûnê kir.
Salvegera 15'ê Tebaxê dê di 15'ê Tebaxê de li Qada Batikentê bi şahiyekê bê pîrozkirin. Rêxistina BDP'ê ya Amedê derbarê pîrozbahiyê de li Salona Konferansê ya Vedat Aydin daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebirên BDP'ê û sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn û daxuyanî bi rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Amedê Mehmet Emîn Yilmaz destnîşan kir ku pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê xwedî cihekî girîng in û wiha got: "Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên îsal xwedî cihekî girîng in. Gel li Rojava şoreşê pêk tîne. Îsal Kurd ber bi azadiyê ve diçin. Em hemû gelê xwe vedixwînin pîrozbahiyê."
'EGÎDAN EV ZINCÎR ŞIKANDINE'
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku bi 15'ê Tebaxê ve polîtîkayên zext û zordariyê hatine rawestandin. Zumrut anî ziman ku bi çalakiya 15'ê Tebaxê ve zincîr hatine şikandin û wiha axivî: "Egîdan ev zincîr şikandine. Têkoşîna gel ev zincîr şikandine. Divê em ji bo azadiya gelê xwe û azadiya Birêz Ocalan ji her demê zêdetir li qadan bin.
Zumrut bang li hemû amediyan kir ku roja 15'ê Tebaxê li Qada Batikentê tevlî şahiyê bibin.