Li Amedê ji bo dibistanên Kurdî serlêdana fermî hat kirin

Li Amedê ji bo dibistanên Kurdî serlêdana fermî hat kirin

Ji bo fermiyeta Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger bi pêşengiya KURDÎ-DER'ê şandeyek çû bi nûnerên Walîtiya Amedê û Gerînendetiya Bajar a Perwerdehiyê re hevdîtinek pêk anî û ji bo fermiyeta dibistanê serlêdan kir.

Li Amedê bi pêşengiya KURDÎ-DER'a Amedê şandeya ku hat avakirin ji bo fermiyeta Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger serî li Walîtiya Amedê dan. Şandeyê ku tê de Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Hevseroka rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen Amedê Yildirim Arslan, Hevserokê KURDÎ-DER'a Amedê Sebahattîn Gultekîn û rêveberê navenda KURDÎ-DER'ê Rifat Ronî heye ji bo fermiyeta dibistanê serî li Walitiya Amedê dan û bi Cigirê Waliyê Amedê Mehmet Demir û nûnerê Gerînendetiya Perwerdehiya Bajar a Amedê Metîn Dîrek re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê, li ber avahiya walitiyê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê şandeyê parlamenter Mulkiye Bîrtane axivî û got ku armanca serledanê ew e ku pêkutî û astengiyên li ser dibistana ku li navçeya Rezan a Amedê, Ferzad Kemanger bê rakirin. Bîrtane diyar kir ku ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê hewce ku di qanûnan de hin guhertin bên çêkirin.

Bîrtane da zanîn ku di daxwaznameyê de jî astengiyen li ser zimanê Kurdî anîne ziman û ji bo rakirina van serî lê dane. Bîrtane bi lêv kir ku reyaderan û cîgirê walî di hevdîtinê de gotine ku ew ê bikevin nav hewldanek. Bîrtane got ku cîgirê walî diyar kiriye ku dê ji bo dibistanê mûfetîşan bişînîn û ew ê li dibistanê binêrin. Bîrtane da xuyakirin ku cîgirê walî di axaftina xwe de destnîşan kiriye ku ew ê ji bo dibistanê zêde astengiyan dernexin. Bîrtane anî ziman ku ew jî li benda encama ve serlêdana bimînin û wiha axivî: "Astengiyên ku li pêşiya perwedehiya bi zimanê dayikê ger ku rabe dê kar û barên dewletê jî hesantir bibe û hem jî perwerdehiya kurdî an jî perwerdehiyek ji bilî zimanê tirkî jî dê bikeve meriyetê. Di vê mijarê de ya herî girîng ew e ku ji pêdiviyan hin tişt derdikevin holê. Ev pêdivî jî rê li ber hin qanûnan vedike. Baweriya me ew e ku bi vê hewldana me, ev astengî ji holê rabin û di qanûnan de guhertin çêbibin."

Şandeya ku bi rayedaran re hevdîtin pêk anî daxwaznameyek ragihandin wan. Daxwaznameyê de ev tişt hatin gotin: "Saziya me KURDÎ-DER, li gorî xala 3'emîn a rêziknameya xwe, xwest vê daxwaza dê û bavên zarokên ku dixwazin perwerdehiyê bibînin li gorî xala 24'emîn û 90'î yên di maqezagonê de perwerdehiyê yê ku di peymanên navneteweyî de jî hatine destnîşankirin. Li gorî hiqûqa gerdûnî ya raser bi kar bînîn. Li gorî vê; mafê 'Pirzimanî, pirçandî, ji zayend û baweriyan re rêzdarî, di polîtîkayên perwerdehiyê de rêzdarî, di polîtîkayan de nepişafkar, bi zimanê dayikê perwerdehiya bêperê û bêgavî' were bikaranîn, me di vî warî de xebatên xwe danê destpêkirin. Di vê çarçoweyê de me bi Şarederiya Rezan re pêşprotokolek di 12'ê îlona 2014'an de çêkir. Li gorî vê pêşprotokolê Mala Piştgiriyê ya Ferzad Kemanger ji saziya me re hatiye terxandin. Saziye me dê vê avahiya navborî ji bo perwerdehiya sala 2014-2015 wek Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger bi kar bîne. Xebatên ku tên meşandin li ser navê KURDÎ-DER'ê û bi peymanek hevpar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên navçeyên navendî yên Amedê û Sendîkaya Karmendên Perwerdekar pêk were."