Li Amedê ji bo Elîf Kaya ya girtî ya rastî êşkenceya cinsî hatî çalakî
Li Amedê ji bo Elîf Kaya ya girtî ya rastî êşkenceya cinsî hatî çalakî
Li Amedê ji bo Elîf Kaya ya girtî ya rastî êşkenceya cinsî hatî çalakî
Saziyên jin ên li Amedê ji bo Elîf Kaya ya di çalakiyên Gezî de hat girtin û rastî "êşkenceya cinsiyetê" hat beriya doza Kaya çalakiyek li dar xistin û gotin, "Di dewleteke ku qanûnên xwe binpê dike de dema gardiyanên xwe yên tacizkar û tecawizkar dadgeh nake ne ecêb e."
Li Amedê di nav wan de Meclîsa Jinên Sosyalîst, Jina Demokrat a Nû, Keskesor, Meclîsa Jinan a Egîtîm Sen û Meclîsa Jinan a KCD'ê jî ku hebûn saziyên jinan beriya doza Elîf Kaya ya di çalakiyên Gezî de li Îzmîrê hat girtin û rastî "êşkenceya cinsî" hat li ber AZC Plaza daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta, "Bila ne Elîf Kaya êşkencekar bên darizandin, li ber xwe bide Elîf" ku hat vekirin, dovîzên, "Ji hevkariya polîs û çeteyan re bes e, bila yên di bin çavan de bên berdan", "Bila ne çapemeniya azad, êşkancekar Sedat Selîm bê darizandin". Hatin hildan.
Her wiha dirûşmayên "Jin jiyan azadî", "Her cih Şakran her cih berxwedan" hatin berzkirin. Aylîn Kirikçî ya li ser navê saziyên jinan axivî û diyar kir ku di çalakiyên Gezî de jinên ku helbet wê di refên pêş de bûna, rastî êrîşa dewletê hatine û got ku Elîf Kaya 20'ê Hezîranê de li Qada Gundogdu bi awayekî ne li gor usûlê hatiye binçavkirin û dema birine Girtîgeha Şakran ji aliyê gardiyanan ve bi awayekî kontrola tazî rastî êşkenceya cinsî hatiye. Kirikçî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Elîf Kaya tevî cezayên li pey hev ên danê jî li hemberî vê tacîzê bêdeng nemaye û got, "Di dewleteke ku qanûnên xwe binpê dike de dema gardiyanên xwe yên tacizkar û tecawizkar dadgeh nake ne ecêb e."
Kirikçî di heman demê de ku bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li Gulsûyû ya Stenbolê jî û wiha axivî, "Di nav salekê de di encama ku dewletê çete bi çek kirin, di nav mehekê de 9 kes birîndar bûn. Di 29'ê Îlonê de jî çeteyan ciwanê bi navê Hasan Ferît Gedîk qetil kirin. Duh jî di serdegirtinên malan de ji aliyê polîsan ve 31 kes hatin qetilkirin."
Piştî daxuyaniyê Serokê Rêxistina Amedê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)'ê Ramazan Karakaya, destnîşan kir ku ew "Komploya Navneteweyî" ya 9'ê Cotmehê şermezar dikin û Tirkiye di mijara piştgirî dayîna çeteyan de hişyar kirine û divê dest ji vê berde.
Piştî daxuyaniyan çalakî bi dawî bû.