Li Amedê ji bo Rojava kampanya mezin
Li Amedê ji bo Rojava kampanya mezin
Li Amedê ji bo Rojava kampanya mezin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê, Peyas, Yenîşehîr û Rezan ên Amedê ji bo alîkariya Rojava kampanya mezin dan destpêkirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bang li gelê Amedê kir û xwest bi awayekî çalak tevlî kampanya alîkariya gelê Rojava bibin. Baydemîr anî ziman ku, gelê amedê çawa alîkarî dabe gelê mexdûrên erdhejên Golçuk û Wanê dê bi heman rengî alîkariyê bidin gelê Rojava jî. Dê alîkariyê bidin gelê Efrîn, Qamişlo, Amûdê, Serêkaniyê û Helebê jî.
Gelê Amedê û Şaredariyên Amedê ji bo gelê Rojava kampanya mezin dan destpêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê, Peyas, Yenîşehîr û Rezan ên Amedê ji bo alîkariya Rojava kampanya mezin dan destpêkirin.
Têkildarî kampanyayê Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, Şaredadarê Yenişehîrê Selîm Kurbanoglu, Şaredra Rezan Yuksel Baran, Endamê Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, Platforma Şaxan a KESK'ê û endamên DÎAY-DER'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Têkildarî kampanyayê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir daxuyanî da û diyar kir ku, li Sûriyeyê şerê navxweyî berdewam dike û ew ji ber vê yekê bi fikarin.
Baydemîr anî ziman ku, ji ber şerê navxweyî welatiyên Rojava birçî tên hiştin û dixwazin bi birçibûnê gel terbiye bikin. Baydemîr da zanîn ku, ji bo ew alîkariyê bidin gelê Qamişlo, Amûde, Serêkaniyê û Helebê bikin şaredar hatin cem hev û dê alîkariya piştevaniya mirovahiyê bidin nîşandan. Baydemir destnîşan kir ku, gelê Sûriyeyê demek dirêje ji bo xwe ji bindestiya despot rizgar bike têkoşînê dide û di vê pêvajoya ku gel rêveberî xist destê xwe niha dixwazin wan bi birçîbûnê terbiye bikin.
Baydemir aşkera kir ku, li ser sînoran jî ambargoya zexire hatiye barkirin û ew wekî şaredariyên Amed, Sûr, Yenîşehîr, Rezan û Peyasê kampanya mezin didin destpêkirin. Baydemîr da zanîn ku, dê di çarçoveya kampanyayê de alîkariya ard, riz, rûn, çay, şekir, potê zarokan, mamaya zarokan û gelek pêdiviyên din kom bikin û wiha got: "Alîkariya ku em kom bikin em dê bişînin ji Nisêbînê re. Em dê ji wir jî bişînin Efrîn, Qamşşlo, Amûdê, Serêkaniyê û Helebê.
ALÎKARÎ DÊ LI 5 NAVENDAN KOM BIBE
Baydemîr diyarkir ku, berê di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî de kampanya hatibû destpêkirin û ji niha û şûnde ew dê tevlî vê kampanyayê bibin û kampanyayê mezin bikin. Baydemîr anî ziman ku, dê alîkarî li navendên Sumerpark, Midûriyeta Zabiteyan ya Rezan, Şantiyeya Şaredariya Peyasê, Şantiyeya Alipinarê ya Yenîşehîrê û Şantiyeya Deriyê Mêrdîn a Sûrê bê komkirin. Baydemîr da zanîn ku alîkariyên bên komkirin dê tev bên qeydkirin û bişînin ji Nisêbînê re û ji Nisêbînê jî dê li bajarên Efrîn, Qamışlo, Heleb û Kobaniyê bê belavkirin.
Baydemîr bang li hemû gelê Amedê kir û xwest tevlî kampanyayê bibin û destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava bikin.