Li Amedê ji bo Rojava Kermes hat lidarxistin
Li Amedê ji bo Rojava Kermes hat lidarxistin
Li Amedê ji bo Rojava Kermes hat lidarxistin
Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) û Navenda Piştgirîdayîna Jinê ya Şaredariya Sûrê (KADEM) bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojavayê Kurdistanê, konê kermesê vedan.
Ji bo alîkarî bi gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê bê kirin, DOKH û KADEM'ê li ber Mizgefta Ulu ya li navçeya Amed Sûrê konê kermesê vedan.
Di kermesê de pankarta bi nivîsa "Ji Rojava re bêdeng nemîne, Tu jî destê xwe dirêj bike" hat vekirin û xwarin û kincên ji aliyê jinên li navçeya Sûrê ve hatin amadekirin, hatin firotin.
Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş, di vê mijarê de banga berpirsyarî û hişyariyê li gel kir û got, "Bûyerên bi taybetî di demên dawî de li Rojava diqewimin bandorê li Kurdan û têkiliyên wan dikin. Ambargoya li hemberî gelê Kurd tê meşandin, me diêşîne. Ne exlaqî ye ku deshilatdariyên cîhanê hewl didin bi birçîbûnê Kurdan û gelên li Rojava terbiye bikin. Ji ber vê yekê, pêşketinên li Rojava mifteya herî girîng a demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e. Ez bang li tevahiya mirovahî û Kurdan dikin ku destekê bidin gelê Rojava, pariyê nanê xwe bi wan re parve bikin. Rojava hêviya me ye."
Hat ragihandin, hatineyên kermesê wê di çarçoveya kampanya alîkariya bi Rojava re radestî Şaredariya Sûrê bên kirin.