Li Amedê ji partî û komeleyên Kurd banga seferberiyê

Li Amedê ji partî û komeleyên Kurd banga seferberiyê

Piştî ku DAIŞ’ê êrîşên li dijî Kobanê zêde kir, partî, komele û saziyên Kurd yên Amedê li banga seferberiyê kirin.

Li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat ya Amedê daxuyaniyek hat dayîn û parlamentera Qersê ya HDP’ê Mulkiye Bîrtane, hevseroka DBP’a Amedê Zubeyde Zumrut, serokê Giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier, nûnerên KCD, Nûbihar Komele, OSP, Platforma Ozedonuş, Însiyatîfa Azadî, Hewldana Partiya Kurdistanê, PDK, KADEP û Med-Zehra  tevli bûn. Daxuyanî bi du zimanan kurdî û tirkî hat xwendin.

Nûnerê Nûbihar Komale Rauf Çîçek axivî û diyar kir ku rêxistina Terorê ya DAIŞ’ê ji aliyê hinek delwetan ve piştgiriyê digire û wisa dike û komkujiya li Şengalê li dijî Êzdiyan pêk aniye dixwaze li Kobanê jî kurtir bike. 

TIRKIYE Û DAIŞ HEVKAR IN

Çîçek diyar kir ku Tirkiye bi rêxistina terorê DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de ye û wiha pê de çû: “Li gorî daxuyaniyên mîlîtanên rêxistina DAIŞ’ê, agahiyên di çapemeniya neteweyî û navneteweyî, aşkeraye ku dewleta komara Tirk bi vî çeteyî re di nava hevkariyê de ye. ji ber vê jî di trajediya ku hatiye jiyîn de parata Komara Tirk mezine. Ji ber vê sedemê em Komara tirk vexwendiyê ku li gorî pêvajoya çareseriyê hereket bike, dikin. 

BANGA PARASTINA KOBANÊ

Çîçek destnîşan kir ku êrîşên li dijî Şengal û Kobanê careke din nîşan daye divê Yekitiya Neteweyî pêk bê û wiha pê de çû: “Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn û jiyaniye.  Hemû partî û saziyên Kurdan bi berpirsyariya dîrokî re rû bi rû ye. Em bang li hemû partî saziyên siyasî yên Kurd dikin ku yekitiya xwe pêk bînin û bi ruhê neteweyî Kobanê biparêzin.”