Li Amedê kesek di wesayîtê de hate qetil kirin

Li Amedê kesek di wesayîtê de hate qetil kirin

Li Amedê di navbera du kesên di wesayîtê de nîqaş derket û kesê binavê Mehmet Mûtlû bi demanceyê hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bûyer li qada Dibistana Seretayî û Wexfa Çand û Perwerdeya Yaşar ya li navçeya Kayapinarê rû da.

Li gorî îdiayê Mehmet Mûtlû kesê navê wî nehate zanîn, wesayîtek kirê girtin û dema ku tûr di avêtin ji ber sedemekî nehate zanîn nîqaş kirin. Di encama nîqaşê de kesê navê wî nehate zanîn, hevalê xwe yê 27 salî Mehmet Mûtlû da ber guleyan û birîndar kir.

Wesayîta ku Mûtlû di ajot li dîwearên Dibistana Seretayî ya Wexfa Çand û Perwerdeya Yaşar ket û rawestiya.

Kesê navê wî nehate zanîn ê Mûtlû birîndar kir, ji wesayîtê hate xwar û xwe winda kir. Mûtlû jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê.

Li rexmî hemû mudaxeleyên di rê de Mûtlû nehate rizgarkirin, her wiha polîs jî ji bo girtina kesê navê wî nehate zanîn dest bi xebatan kirin.