Li Amedê lehiya mirovan!

Li Amedê lehiya mirovan!

Agirê Newroza Amedê ku zêdetirê milyonek û nîv mirov tevlî bû li ber dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê nirxandina Newrozê hat pêxistin. Ocalan di nirxandinê de diyar kir ku ev têkoşîna wan ji bo jiyanek azad û bi rûmet e û dîroka azadiyê dinivîsin.

Newroza dîrokî ya Amedê ku zêdeyî milyonek û nîv welatî tev lê bûne bi pêxistina Agirê Newrozê û stranan didome.

Agirê Newrozê li ber dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêxistin. Dema agir hat pêxistin sînevîsyona ji dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser nirxandina Newrozê hat guhdarkirin. Ocalan di nirxandinê xwe de wiha got:

 "Newroz sekna jiyana azad û vejîna rengan e. Xwîn herikandina damarê jiyanê ye. Di serî de şehîdê Newrozê Mazlum Dogan, Zekiye, Rohanî û Zilan, îro bûn gulîlk rê li pêş me vekir. Wan bi vê têkoşîna xwe pirsa "Jiyana Azad çaya ye?" ji me pirsî. Li Kurdistanê bêyî jiyana şoreşgerî jiyan nabe. Ji bo vê yekê divê her tim jiyana şoreşgerî hebe. Dibe ku azadiya me hêj di pirtûkan de nehatibe nivîsandin. Lê şerê me yê azadiyê dîroka azadiyê dinivîse. Mirovahî li cihê ku lê hişk bûye tê lêgerîn. Mirovahî li cihê lê hatiye windakirin lê tê gerîn. Li Amarîka û welatên din nayê gerandin. Qirêjiyê qebûl nake, qirêjiyê ji nava xwe davêje. Me her tim bawer kir ku tu zagon ne di ser jiyana azad re ye. Kesên ku ji bo heviyê xwe bêjin ez dê li hemberî her tiştî bijîm, divê di ber xwe bide. PKK artêşa berxwedanê ye. Damara xwînê ya jiyanê ye. Newroz damara jiyana nû ye."

PYD: BERIYA HER TIŞTÊ YEKITÎ DIVÊ

Endama PYD'ê ya Kobanî Eyşe Efendî, jî derket hemberî milyonan û gelê kurd silav kir û wiha got: "Merhaba Amed, Merhaba dayikên Aştiyê, Silavên gelê kurd ji Kobanî, ji bêhna Azadiyê, ji Gelê Kobanî ji Amedê re heye. Dayikên şehîdan dîsa merhaba. Em di şexsê Mazlum Dogan û heval Sakîne em bejna xwe ji şehîdan re tidewenînn. Em dibêjin ji bo hemû gelê Kurdistanê yekîtî lazim e. Ji ber ku me li Kobaniyê û Rojava yekîtiya xwwe çêkir me karîbû azadî pêk bîne. Ji ber vê yekê çavê cîhanê le sir me ye. Çavê her kesî li kurdan e. Çavê her kesî li Amedê ye. Naxwazin kurd mafê xwe bi dest bikixn. Lê lê hêza Gelê kurd, Koban, Amed dê azadiya xwe pêk kbîne. Silav hezar silav ji Îmralî û Rêber Apo re. Hezar silav.”

Piştre ji dengê Derya Reş Niyazî Koyuncu derket ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Pîrozbahiya Newrozê ku zêdeyî milyonek û niv tev lê bûye bi konsera birayê hunermendê Laz Kazim Koyuncu yê ku jiyana xwe ji dest daye Niyazî Koyuncu didome.