Li Amedê minîbûsa karkeran qulibî: Kesek mir 14 kes birîndar bûn

Li Amedê minîbûsa karkeran qulibî: Kesek mir 14 kes birîndar bûn

Li navçeya Erxenî ya Amedê minîbûsa ku karkerên findik kom dikirin dema ji Derya Reş vedigeriya, ji rê derket û qulipî. Di qezayê de Dîcle Karakaş a 11 salî jiyana xwe ji dest da û 14 karker jî birîndar bûn.

Minîbûsa bi plaka 21 AG 214 a ku ajokarê wê nehat zanîn ku karkerên demsalê yên ji bo komkirina findikan çûbûn Derya Reş, di dema vegerê de li ser rêya Egîl a di navbera Erxenî û Amedê de ji ber sedemeke nehat zanîn ji rê derket û qulipî. Di qezayê de Dîcle Karakaş a 11 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 14 karkerên ku di heman qezayê de birîndar bûn bi ambulansê anîn Nexweşxaneya Dewletê  ya Erxenî. Ji karkerên birîndar Bîlgîn Akgunduz ê rewşa wî giran e sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hat kirin.