Li Amedê operasyon, li Heftanînê keşif

Li Amedê operasyon, li Heftanînê keşif

Navenda Çaoemenî û ragihandina HPG'ê  diyar kir ku artêşa Tirk 19’ê Îlonê li herêmên Bozvane, Okan û Kanî Spî yên girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê operasyon dane destpêkirin û balafirên aîdî artêşa Tirk li ser herêma Heftanîn jî keşif pêk anîne.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, ev agahî dan:

“Di 19’ê Îlonê saet 08.00’an de artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêmên  Kanî Spî, Okan û Bozvanê yên girêdayî navçeya Farqîn  a Amedê operasyon daye destpêkirin. Ev operasyon di heman rojê saet 13.30’an de paşda kişandiye.

Ji 19’ê Îlonê saet 20.00’an û 20’ê Îlonê (îro) heya niha balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Heftanîn a  girêdayî Herêmên Parastina Medya keşif pêk anîne.”