Li Amedê operasyona leşkerî

Li Amedê operasyona leşkerî

Li herêma Badika ya di navbera navçeyên Farqîn û Pasûrê yên Amedê de operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Li herêma Badika ya di navbera navçeyên Farqîn û Pasurê yên Amedê de operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmê 13 wesayîtên zirxî ji aliyên gundên Hokan û Malaelîkê yên navçeya Farqînê ber bi herêma Badika ve leşker birin.

Ligel vê yekê ber bi herêma Badika ve tevgera helîkopteran a hewayî pêk hat.