Li Amedê perwerdeya delegeyan destpê kir
Li Amedê perwerdeya delegeyan destpê kir
Li Amedê perwerdeya delegeyan destpê kir
Li Amedê ji bo bernamzetên şaredartiyê yên cara yekemîn e wê bi pêşhilbijartinan bên diyarkirin, civînên perwerdekirina delegeyan destpê kirin.
Li Amedê civînên perwerdekirina delegeyan ên ji bo diyarkirina bernamzetên şaredartiyê di pêşhilbijartinan de wê dengên xwe bi kar bînin destpê kirin. Di rûniştina yekemîn a civînan de li Avahiya BDP’ê ya Amedê delege kom bûn. Di rûniştana duyemîn de jî bi delegeyên ku li taxên Şehşamîl, Mevlana Halîd, 5 Nîsan û Selahattîn Eyyûbî hatine diyarkirin re civînek pêk hat.
Di civîna ku li Salona Civînê ya Vedat Aydin pêk hat de endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr û nêzî 800 delege beşdar bûn.
Di civînan de girîngiya hilbijarinên herêmî yên sala 2014’an a ji bo gelê kurd hat ziman.
Di civînê de hat diyarkirin pêşhilbijartinên ku bên kirin di cîhanê de yekemin car e pêk tê û ji ber vê mînak e.
Di civînê de wê delege di pêşhilbijartinan de çawa dengên xwe bi kar bînin û der barê krîterên destnîşankirina bernamzetan de agahî hatin dayîn.