Li Amedê pêşengeha destekkirina Muzeya Roboskî
Li Amedê pêşengeha destekkirina Muzeya Roboskî
Li Amedê pêşengeha destekkirina Muzeya Roboskî
Di çarçoveya çalakiyên amadekariya muzeya Hewldana Muze ya Roboskî de, pêşengeya wêneyan a "Bîr, Rûbirûbûn û Piştevanî" li Amedê hat vekirin.
Bi xebateke hevpar a Şaredariya Peyasê û Hewldana Muzeya Roboskî pêşengeha wêneyan "Bîr, Rûbirûbûn û Piştevaniyê" li Salona Pêşengehê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê hat vekirin. Hatineyên pêşengeê wê di Muzeya Roboskî ya bê vekirin de bê bikaranîn. Di merasîma vekirina pêşengehê de endamên Hewldana Muzeya Roboskî, malbatên Roboskiyî, Midûrê Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê Îsmaîl Kardeş û gelek hunerhez amade bûn.
Li ser navê malbatên Roboskî Ferhat Oncu di axaftiya xwe ya li vir de destnîşan kir ku parvekirina êşa wan ji aliyê dostan de, êşa wan sivik dike.
Pêşengeha wêneyan a "Bîr, Rûbirûbûn û Piştevaniyê" wê di navbera 20-27'ê Îlonê de vekirî be.