Li Amedê peykerê Roboskî tê vekirin
Li Amedê peykerê Roboskî tê vekirin
Li Amedê peykerê Roboskî tê vekirin
Peykerê ji bo bîranîna 34 gundiyên di encama bombebarana balafirên şer de li Roboskî hatin qetilkirin ji aliyê Şaredariya Peyasê ve tê çêkirin, li ber qedandinê ye. Merasîma vekirina bîrdariyê dê di rojên pêş de bi beşdariya malbatên Roboskiyê pêk were.
Peykerê Roboskî yê li nava Parka Rojava, ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve tê çêkirin, li ber qedandinê ye. Biryara çêkirina peyker, di meclîsa Şaredariya Peyasê ya Tebaxa 2013'an de bi yekdengî hat stendin. Peykerê ku ji aliyê heykeltraş Sûat Yakût ve tê çêkirin, li ber qedandinê ye.
Cîgirê Şaredar Mahmût Dag û Alîkara wî Aynû Yilmaz çûn parkê û der heqê peyker de agahî stend. Cîgirê Şaredar ragihand ku ji bo komkujiya qewimiye neyê jibîrkirin û nifşên nû pê bihesin, wan biryareke bi vî rengî stendine û anî ziman ku ewê peyker di rojên pêş de bi merasîmeke bi beşdariya malbatên Roboskî vekin.