Li Amedê protesto kirina bûyera Geverê polîsan êriş kir
Li Amedê protesto kirina bûyera Geverê polîsan êriş kir
Li Amedê protesto kirina bûyera Geverê polîsan êriş kir
Li taxa Fiskaya a Amedê girseya ku ji bo protesto kirina qetilkirina Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir ji aliyê polîsan ve li Geverê dakete qadan polîsan êrişî girsê kir.
Bi sedan kesên ku li semta Fiskaya a Navçeya Yenişehir a Navenda Amedê rê li hatin û çûnê girtin. Girseya ku ji bo protesto kirina qetilkirina Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir li Geverê ji aliyê polîsan ve çalekî li darxistin bi dirûşmên weke “Fiskaya serhildane ji Geverê re silave”, “Şehîd na mirin” dest bi meşê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girsê kirin. Girseyê bi kevir û guleyên hewayî bersiva êrişa polîsan da û belavî nava taxan bûn. Li Fiskaya ablukaya polîsan dewam dike.