Li Amedê şewat, zarokek mir

Li Amedê şewat, zarokek mir

Li navçeya Rezan ya Amedê li malek ya sê malbat lê dimînin şewat derket û zarokek 5 salî şewitî û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di Apartmana 2 ya Aştiyê ya li ser Rêya Sento ji ber sedemekî hêjan nehatî zanîn di demjimêrên şevê de şewat derket.

Piştî ku agahî dan yekîneyên îtfayeyê, yekîneyên îtfayeyê hewildan zarokên di hundirê avahiyê de rizgar bikin.

Yekîneyên tenduristiyê yên hatine cihê bûyerê, piştî mudaxeleya destpêkê Emîne Îpke, Yazgul Îpek, Narîn Îpek, Emîne Îpek, Yavûz Îpek, Nîzametîn Îpek, Nûrhan Îpek, Ferzende Îpek, Yazgin Îpek, Îlayda Îpek, Şukran Surer, Rojhat Sûrer û 3 kesên din yên navên wan nehatine zanîn rakirin nexweşxaneyên cûda yên Amedê. Zarokek 5 salî yê navê wê/wî nehate zanîn li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da.

Ji ber sedema şewatê ji bilî rûniştvanên avahiyê personelên îtfayeyê û polîs jî ji dukêlê jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyê. Piştî demekê yekîneyên îtfayê agir xistin bin kontrolê û vemirandin.