Li Amedê teqîn

Li Amedê teqîn

 Hate îdîakirin ku li navçeya Licê ya Amedê di encama teqînê de 6 leşker birîndar bûn û leşkerekî jî winda bû.
Li navçeya Licê ya Amedê dema wesayîta leşkeriyê li ser Pira Çemê Kangulê ya 100 metreyan nêzî Qereqola Duru re derbas dibû qetîn pêk hat.

Hate îdîakirin ku di teqînê de 6 leşker birîndar bûn û yek jî winda bû. Hate ragihandin ku ji 6 leşkerên birînda 2 rewşa wan girane û piştî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê.

Hate zanîn ku li heremê operasyon hate destpêkirin û tevgera helîkopteran pêk tê.