Li Amedê tevgera leşkerî û balafirên şer

Li Amedê tevgera leşkerî û balafirên şer

Li Deşta Fis ya di navbera navçeyên Lîce û Kocakoy ên Amedê de liv û tevgera leşkeri destpê kir. Ji 8. Baregeha Jetan a girêdayî 2. Fermandariya Hêzên Taktîkê ya Amedê hejmareke zêde balafirên şer rabûn.

Li ser Deşta Fis du helîkopterên leşkerî nizim difirin û li herêmê faliyetên lêgerînê tên meşandin, her wiha li ser heman riyê jî di navbera Mûş-Amedê de bendên kontrolê ên leşkerî hatine danîn.

Hate diyarkirin ku, tenê wesayîtên ji milê Mûşê ve tên diçin Amedê têne rawestandin û kontrola nasnameyan dikin.

Wekîn din, gelek balafirên şer ên artêşa Tirk ji 8’mîn Baregeha Jetan ya girêdayî 2’mîn Fermandariya Hêzên Taktîkî ya Amedê rabûn.

Liv û tevgera hewayî navber bi navber didome.