Li Amedê Zanîngeha Cemaetê hate erê kirin
Li Amedê Zanîngeha Cemaetê hate erê kirin
Li Amedê Zanîngeha Cemaetê hate erê kirin
Li Amedê qanûna ku pêşniyar kir bi navê ‘Zanîngeha Selahaddîn Eyyûbî’ zanîngeha weqfê bê avakirin, di rojnameya fermî de hate weşandin.
Li gorî guherîna di Qanûna Derbarê Guherîna Qanûna Teşkîlata Saziyên Hîndekariya Bilind a Hejmara 6414’an de, li Amedê ji aliyê Weqfa Tenduristî, Çandî, Perwerdeya Îlahiyatê ve zanîngeha weqfê ya bi navê ‘Selahaddîn Eyyubî dê bê avakirin.
Zanîngeh dê ji zanîstên îdarî û îxtîsadî, endezyarî û mîmarî, îlahiyat û zanistên tenduristiyê, zanistên civakî, zanistên fenê, enstîtuya tenduristî û dibistina bilind bê avakirin. Di bin banê zanîngehê de dê ‘Enstîtuya Zimanên Herêmî’ jî bê avakirin.
Avahiya DSÎ ya ku ji bo ava navenda zanîngeha ku dê bê avakirin bê valakirin, hevdîtin didomin û ji bo qada kampusê ya zanîngehê li Baglarê eraziyek hatiye temînkirin. Lê rayedarên şaredariyê ji bo ku ji bo zanîngehê şert û merc ne baş bû serlêdana ruhsatê qebûl nekiribû.