Li Amedê zarokek keç rastî êrîşa bi satoreyan hat -BI DÎMEN

Li Amedê zarokek keç rastî êrîşa bi satoreyan hat -BI DÎMEN

Li navçeya Sûrê, kesekî bi "Rû" bi gotina "Allah û Ekber" bi satorê êrîşê zaroka 12 salî ya bi navê Dîlan Kadercî kir. Kadercî ku ji serê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Li Taxa Camîkebîr ya navçeya Sûra Amedê, zarokên ku li kolana Tulgarê dilîstin rastî êrîşa satorî ya kesekî bi "Rû" hatin. Di dema êrîşê de kesê vî kesî bi gotina "Allah û Ekber" êrîş li zaroka bi navê Dîlan Kadercî ya 12 salî kir. Kaderciya ku ji serê xwe giranî birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hate hînbûn ku piştî bûyerê polîs nehatine cihê bûyerê.

Welatiyan ji ber ku polîs nahetine cihê bûyerê bertek nîşan dan. Li ser bertekên gel polîs hatin cihê bûyerê û bersûcê erîşê binçavkirin û ew birin Qereqola Çarşiye. Vê demê gelek welatî li ber deriyê qereqolê berhev bûn û xwestin ku polîs bersûc radestî wan bike. Lê polîsan îdîa kir ku kesê hatiye binçavkirin "Eqlê wî ne li serê wî ye"