Li Amûdê 2 ton heşîşê hat desteserkirin û şewitandin

Li Amûdê 2 ton heşîşê hat desteserkirin û şewitandin

Hêzên Asayişa gundê Çaxrê yê Amûdê komek baziranên heşîşê girtin û 2 ton heşîşa hişk ku bi wan re hatibû girtin şewitandin.

Hate zanîn li ser agahiyan hêzên asayîşa Çaxrê operasyonek li gundê Mele Sebatê yê Amûdê lidar xistinin û di encam de komek bazirgan û 2 ton heşîş hişk deste ser kirin. Li gora agahiyên ji hêzên asayîşê hate bidest xistin, bazirganên heşîşê 2 ton heşîşa hişk dê derbasî Tirkiye bikin operasyonek lidar xistine. 

Endamê asayişa gundê Çaxrê, Xebat Çaxir diyar kir ku koma bazirganan ji 13 kesên ji bajarên Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê ne û têkiliyên wan bi bazirganên Tirk re hene.

Endamê asayişê diyar ku, pêştî lipirsîna ew kesên bazirganiya heşîşê bidawî bibe, dê radestî Dadgeha Gel bikin.