Li Amûdê ji bo 6 gêrîlayên PKK’ê merasima bîranînê

Li Amûdê ji bo 6 gêrîlayên PKK’ê merasima bîranînê

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê, Saziya Malbatên Şehîdan 6 gerîlayên PKK'ê yên di salên cûda di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîranîn.

Li bajarê Amûdê Saziya Malbatên Şehîdan 6 gêrîlayên PKK'ê yên ku di salên cûda de ji meha Adarê, di nava tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdabûn, bi merasimekê bi bîranîn. Merasim li navenda çand û hunerê ya Hûrî bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpê kir.

Pişt re endamê Saziya Malbata Şehîdan Sidqî Îsmaîl axivî û diyar kir ku, ew tu carî ji bo azadiyê gav şûnde navêjin û çi bikeve ser milên wan ew dê bikin. Her wiha Îsmaîl balkişand ser komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: ''Komploger negehiştin armanca xwe û ev komplo bû hêzek berxwedanê li komplogeran vegeriya û girêdana gelê Kurd bi Rêbertiya wî re hîn xurtir bû.''

Her wiha di merasimê de endama Meclîsa Gel Xalya Hac Qasim jî axivî. Qasim da zanîn ku, gelê Kurd bi keda şehîdan gihaye roja îro. Qasim balkişand ku ew dê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Ocalan kar bikin.

Piştî axaftinan helbestên li ser şehîdan hatin pêşkêş kirin. Di dawiya merasimê de belgeyên 6 gêrîlayên PKK'ê hatin xwendin. Şehîdên ku hatin bibîranîn evin: Faris Elî, Ehmed Sedûn, Fewaz Xalid, Gulîstan Îbrahîm, Îsmaîl Heso û Bedriya Hesen.