Li Amûdê li dijî navendên tenduristiyê êrîş
Li Amûdê li dijî navendên tenduristiyê êrîş
Li Amûdê li dijî navendên tenduristiyê êrîş
Li Amûdê endamên herdû partiyên bi navê Azadî, Partiya Demokratî Kurd li Sûriyê (Ya Ebdulhekîm Beşar) û Yekîtî, êrîşî navenda tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd û avahiya PYD’ê kirin. Di encama êrîşa çekdarî de 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh 4 partiyên behsa mijarê 2 beriya niha li bajêr belavok belav kiribûn û banga tevlîbûna meşa ku dê îro bi hinceta ceryanê li dar bixin kiribûn. Meşa tê gotin duh li ser cadeya navendî ya li navenda sûkê dest pê kir. Meşa ku bi dehan kes beşdar bûne li Çerxerêya Hesekê bû 2 beş. Beşekê berê xwe da riya Hesekê, beşa din a ku ji endamên Partî Demokratîk Kurd û kordînasyona Amûdê berê xwe dan saziya ceryanê ya li ser riya Qamişlo.
Koma ku hat ber avahiyê kufrî kirin û bi keviran êrîşî avahiyê kirin. Lê hêzên asayîşê ku li ser daxwaza rayedarên saziya ceryanê ji berê de tedbîr girtibûn pêşiya komê girt. Li ser vê yekê koma êrîşkar berê xwe da avahiya Heyva Sor a Kurd, Navenda Tenduristiyê û avahiya PYD’ê. Koma êrîşkar li van deran jî bi keviran camên avahiyan şkandin. Her wiha kesên çekdar ên di nava komê de gule barandin.
Di vê navberê de jî, wesayîtek kesk ku çekên giran ên wekî qernas tê de bûn hate cihê bûyerê. Kesê bi navê Ezîz Qerno li vir çek li ciwanan belav kirin û ew tehrîk kirin. Li ser vê yekê ciwanên ku nizanin çekan bi kar bînin jî li derdora xwe gule barandin. Di encama gulebaranê de e 2 sivîl birîndar bûn. Balkêş bû ku piraniya kesên tevlî êrîşan bûn zarok bûn.
Piştî ku bûyer mezin bû, hêzên asayîşê, bi alîkariya YPG’ê mudaxeleyî komê kir û belav kirin. Piştî mudaxeleyê kom belav bû. Lê piştî bûyerê jî aloziya li bajêr berdewam kir.