Li Amûdê meşa ji bo piştgiriya YPG’ê

Li Amûdê meşa ji bo piştgiriya YPG’ê

Li bajarê Amûdê bi hezaran kesî, bi armanca piştgriyê bidin Yekîneyên Parastina Gel (YPG), berxwedana li Serêkaniyê û Desteya Bilind ya Kurd, duh bi dirûşmeya ‘Îna YPG'ê hêza me ye, Desteya Bilind a Kurd nûnerê me ye ‘ meşiyan.

Ji  bo cangoriyên azadiyê û kesên ku di pevçûnên  li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Meclisa Amûdê Xaliya Hec Qasim axaftinek kir û da zanîn ku, berxwedana li Serêkaniyê ya şervanên YPG'ê û gelên li Serêkaniyê berxwedana man û nemana gelê Kurde. Piştî Xalya, Dr Hisên Koçer axaftinek kir û balkişand  ser bexwedana li Serêkaniyê ku YPG'ê li hember komên çekdar ku bi alîkariya Tirkiyeyê ketin Serêkaniyê û êrîşî sivîlan kirin û got:  “Gelek alî li dû planên ku li dijî kurdan tê lidarxistin hene.”

Piştî Koçer Endamê koordînîsyona Tevgera Ciwanên Şoreşger, Egîd Tolhildan axivî û da zanîn ku, hin kordînasyon li ser navê Amûdê  dixwazin tevlîheviyê di bajêr de bikin. Tolhildan diyar kir ku, endamên vê koordînsyonê de wêneyên hevalên me yê jin di meşande dikşînin û li ser rûpelên înternetê belav dikin û tevlîbûna meşan dikin. Tolhildan destnîşan kir ku ev kesên bi vî rengî nûnertiya mejiyê koledariyê dikin û dê gelê me tu carî rê nede ber kesên bi vî rengî.

Piştî axaftinan, meşvanan li kolanên Amûdê bi dirûşmeyên piştgiriyê didin YPG'ê û şehîdan qîriyan. Her wiha çalakgeran wêneyên kesên ku di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan hilgirtin.