Li Amûdê û Efrînê komploya navnetewî hate şermezar kirin

Li Amûdê û Efrînê komploya navnetewî hate şermezar kirin

Li bajarên Amûdê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê biboneya şermezarkirina 14’mîn salvegera komploya navnetewî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînên gel hatin li darxistin. Tirkiye Elî diyarkir ku, armanca komployê tunekirina gelê Kurd bû û gelê Kurd ji Rêbertiya wî qut bikin. Her wiha Silêman jî di civîna gel ya Efrînê de got, 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekî reşe.

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, li navenda Çand û Hunerê bi armanca şermezar kirina 14’mîn salvegera 15'ê Sibatê civîna gel hate lidarxist. Civînê bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre endama Navenda Çand û Hunerê Tirkiya Elî axivî û got, “Em komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar dikin” û da zanîn ku, “Em soz didin heta dawî bi kesayeta Rêber Apo ve girêdayî bin”. Her wiha Elî destnîşan kir ku, armanca komplogeran ew bû ku hebûna gelê Kurd tune bikim û gelê Kurd ji Rêbertiya wî qutbikin. Elî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku, ew dê li ser fikir û felsefeya Ocalan bimeşin. Piştî axaftinan sînevziyona li ser kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komployê hatibû amade kirin, hate temaşekirin.  Di dawiya civînê de helbestvanên bi navê Kurdiyar Dirêyî, Mihemed Ebdilqadir, Ebas Omer Neçbîr Yehya helbestên xwe yên li ser Ocalan pêşkêş kirin.

Efrîn

Li Gundê Kobakê ya navçeya Mabata ya Efrînê Meclisa Gel ya Navçeya Mabata, bi armanca şermezarkina 14’mîn salvegera komploya 15'ê Sibatê civînek lidarxist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre Serokê Meclisa Navçeya Mabata Arif Silêman axivî û diyar kir ku, “Komploya 15'ê sibatê ne tenê li dijî kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane, ew li dijî hebûna gelê Kurde.” Silêman balkişand ser hêzên derve û diyarkir ku, gelek hêzên navnetewî cihê xwe di nava komploya li dijî kurdan digirin.

Di dawiya axaftina xwe de Silêman diyar kir ku, “Roja 15'ê Sibatê rojeke reşe li ser gelê Kurd” û da zanîn ku, ew dê heta dawî li dor felsefeya Ocalan xwe dorpêçbikin û wê xeta tekoşîna Ocalan bişopînin heta ku azadiya xwe bidest bixin.