Li Antalyayê êrîşa polîs-faşîstan: 10 binçavkirî

Li Antalyayê êrîşa polîs-faşîstan: 10 binçavkirî

Tundiya polîsan ku li Geverê rê li ber qetilkirina du welatiyan û bi giranî birîndarkirina welatiyekî vekir, ji aliyê Xwendekarên Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê ve hat protestokirin. Polîsên ku êrîşî xwendekaran kirin 10 kes kirin binçavan.

Li Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê bi banga DODEF'ê, komkujiya polîsan a li Geverê hat protestokirin.

Xwendekarên mûxalîf ên li ber Fakulteya Perwerdeyê hatin cem hev, xwestin ber bi avahiya rektoriyê ve bimeşin. Di vê kêliyê de, komeke nîjadperest-faşîst xwest êrîşî xwendekaran bike. Li dû vê provokasyonê vê carê polîsan êrîşî xwendekarên mûxalîf kirin. Hat hînbûn ku di encama êrîşê de herî kêm 10 xwendekar hatine binçavkirin.