Li Aricak operasyon, li Herêmên Parastinê yên Medya keşif
Li Aricak operasyon, li Herêmên Parastinê yên Medya keşif
Li Aricak operasyon, li Herêmên Parastinê yên Medya keşif
Artêşa Tirk li Herêmên Zap û Xakûrkê yên girêdayî Herêmên Parastina Medya keşif pêk anîn. Her wiha li navçeya Aricak a girêdayî Elezîzê jî li derdora ava Narbiç, Mircik, Rumelka operasyonek destpê kir. Operasyona duh destpê kir bê encam vekişiya.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk 12’ê Îlonê saet di navbera 13.30 û 15.00’an de û dîsa 13’ê Îlonê (îro) saet di navbera 02.00 û 03.00’an de li herêma Zapê keşif pêk aniye. Dîsa hat diyarkirin ku 12’ê Îlonê saet di navbera 11.30 û 13.00’an de balafirên bêmirov li herêma Xakûrkê keşif pêk anîne.
OPERASYONA LI ARICAK BÊ ENCAM VEKIŞIYA
Li gel vê NÇR-HPG destnîşan kir ku artêşa Tirk 12’ê Îlonê li ber ava Narbiç, Mircik û Rumelka ya li sînorê navçeya Articak a Elezîzê operasyonek daye destpêkirin û got: “Ev operasyon heman rojê saet 20.00’an de bê encam vekişiyaye.”
Dîsa hat diyarkirin ku li qadên Şehîd Mizgîn û Şêx Cuma yên girêdayî Bedlîsê 12’ê Îlonê saet 15.00’an heta niha artêşa Tirk keşifan pêk tîne.
Li gel vê NÇR-HPG diyar kir ku artêşa Tirk ev demeke sewqiyata leşkerî ji bo Qereqola Şêx Cuma ya girêdayî Bedlîsê pêk tîne.