Li Artemêtanê Mala Piştgiriya Perwerdeyê hat vekirin
Li Artemêtanê Mala Piştgiriya Perwerdeyê hat vekirin
Li Artemêtanê Mala Piştgiriya Perwerdeyê hat vekirin
Şaredariya Artemêtanê, Mala Piştgiriya Perwerdeyê vekir. Di bin sîwana Mala Piştgiriya Perwerdeyê de wê ji zarokên ku ji ber rewşa nebaş a madî nikarin li derveyî dibistanê biçin dersxaneyan, perwerde were dayîn.
Mala Piştgiriya Perwerdeyê li ser rêya bejahî ya Wan-Artemêtanê, li pêşberî kampa DSÎ ya li Kolana Sahîl a Taxa Yenî hat vekirin û qeydên li saziyê destpê kirin. Di serî de ji bo refên 6-7-8 dê ji bo xwedenkaran dersên Kurdî, Îngilîzî, Tirkî, Zanistê Civakî, Matematîk, Zanyariya Fen rojên Şemî û Yekşemê werin dayîn.
Der barê Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya hat vekirin de Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan daxuyaniyek da û diyar kir ku ew weke şaredariyên BDP'yî bi feraseteke demokratîk, beşdariyeke pirrengî, ekolojîk û azadîparêziya zayendî xizmetên xwe dimeşînin. Sayan ragihand ku rêya yekane ya xizmetê bi tenê rê, av, kanalîzasyon, paqijî nîne û anî ziman ku bi vê Mala Piştgiriya Perwerdeyê re ew dixwazin alîkariyê bidin malbatên ku xwedî rewşeke aboriyê nîne da ku zarokên xwe bişînin dersxaneyan.
Sayan ragihand ku dê îsal dersên amadekariya ji bo Ezmûna Diyarkirina Astê, Kurdî û Îngilîzî bidin û ji sala were û pê ve jî ewê ji refê 6. destpê bike heta amadekariya zanîngehê dersan bidin.