Li Artemêtanê û Rezan Newroz hate pîrozkirin

Li Artemêtanê û Rezan Newroz hate pîrozkirin

Li navçeya Artemêtanê ya Wanê bi hezaran kesan bi sloganên "Bijî Serok Apo" Newroz pîroz kirin. Li navçeya Rezan a Amedê jî DOKH'ê pîrozbahiya Newrozê li dar xist.

WAN

Li navçeya Artemêtanê ya Wanê bi hezran kesan li ber riya bejayî ya Wanê li qada vala Newroz pîroz kir. Li qadê li 3 nokteyan agirê Newrozê hate hilkirin û xwarinên herêmê hatin belavkirin. Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçar, Endama MYK'ê ya BDP'ê Necla Yildirim, Şaredarê Artemêntanê Abdulkerîm Sayan û bi hezaran kes li gel hewayê sar tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Piştî agirinê Newrozê hate hilkirin guhdariya mizûkê pêk hat û welatiyan govend girt.

AMED

Li navçeya Rezan a Amedê jî Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li qada pişt Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Ferzat Kemangerî ya taxa Şêx Şamîl a Rezan pîrozbahiya Newrozê organîze kir. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, hevserokên BDP'ê yên jin û bi sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'Ê hatin vekirin. Di pîrozbahiyê de gelek pankrat hatin vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axaftinek kin kir. Pişt re Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku, dengê azadî û aştiyê dê hêj bêbilindkirin.