Li Atînayê Sefaretxaneya Bilind a Almanyayê rastî êrîşê hat
Li Atînayê Sefaretxaneya Bilind a Almanyayê rastî êrîşê hat
Li Atînayê Sefaretxaneya Bilind a Almanyayê rastî êrîşê hat
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê li dijî Sefaretxaneya Bilind a Almanyayê êrîşeke çekdarî hat kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de tu kes birîndar nebûne û rê ji ziyana madî re venekiriye.
Vê sibehê seat di 03:00’an de herî kêm 4 gule li mertalê li deriyê sefaretxaneya bilind ketin.
Li gorî şahidên bûyerê, du kesan gule li sefaretxaneya bilind reşandine û piştre ji herêmê dûr ketine.
Di dema êrîşê sefîrê bilind Wolfgang Dold di avahiyê de bû. Sefaretxaneya Bilind a Almanyayê di sala 1999’an de li Atînayê bibû hedefa endamên tevgera 17’ê Mijdarê.