Li Atlanta piştgiriya ji bo Rojava
Li Atlanta piştgiriya ji bo Rojava
Li Atlanta piştgiriya ji bo Rojava
Kurdistaniyên li bajarê Atlanta yê Eyaleta Georgia ya DYE dijîn, bi armanca piştgirîdayîna gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandanek lidar xistin.
Ji bo bala çapemeniya navneteweyî bikşînin ser komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê, Kurd li ber avahiya Navendî ya Atlanta ya CNN'ê hatin cem hev û dowîzên bi nivîsa "Komkujiya li dijî Kurdan rawestîne", "Ji komkujiyê re na" vekirin.
Serokê Navenda Civaka Kurd a Atlantayê Alan Baran li çalakiyê peyivî û da xuyakirin ku armanca wan piştgirîdayîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Baran destnîşan kir ku ew dixwazin di heman demê de bala raya giştî û saziyên çapemeniyê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bikşînin ser erîşên li dijî Rojava.
Çalakgeran piştî çalakiyê der heqê êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê de agahî dan xebatkarên CNN. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.