Li Baglarê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket

Li Baglarê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket

Li navçeya Amed Baglarê, di dema meşa ciwanan a pîrozbahiya 15'ê Tebaxê de, ji ber êrîşa polîsan pevçûn derket.

Li navçeya Amed Baglarê, komek ji ciwanan Bûlvara Medîne li trafîkê girt û bi wesîleya 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê meşek lidar xist.

Ciwanan di pîrozbahiyê de fîşekên hewayî teqandin, lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê dest li ciwanan werdan. Li ser vê yekê, ciwanan jî bi molotofkokteylan bersiv dan êrîşa polîsan û pevçûn derket. Di bûyerê de ciwanek hat binçavkirin.