Li bajarê Kurdan qutbûna eletkrîkê 'ji neçarî'

Li bajarê Kurdan qutbûna eletkrîkê 'ji neçarî'

Şîrketa Anonîm a Ragihîn Elektrîk a Tirkiyê (TEÎAŞ) da xuyakirin ku ji ber krîza enerjiya gaza xwezayî dê elektrîka dide Şîketa Anonîm a Belavkariya Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji sedî 10 kêm bike, DÎDAŞ'ê biryar girt ku li 6 bajaran 'ji neçarî' elektrîka belav dike, kêm bike.

Di daxuyaniya DEDAŞ'ê de hat ragihandin ku ji ber sedemên daxwaza enerjiyê ya elektrîkê ya TEÎAŞ'ê, ji bo pêkanîna hevsengiya pêşkêşî-daxwazê, biryar dane elektrîka belav dike kêm bike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kêmasiya di hilberîna elektrîkê de, mîna li gelemperiya welêt dê bandoreke neyînî li bajarên Kurdan jî bike û hat gotin ku bi krîza enerjiyê re eletkrîka TEÎAŞ dide DEDAŞ'ê bi rêjeya ji sedî 10'an kêm bûye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê çarçoveyê de mîna li gelemperiya Tirkiyê dê li herêma DEDAŞ'ê jî ji sedî 10 elektrîk bê qutkirin. Li gorî plansaziya rêveberên DEDAŞ'ê kêmkirina eletkrîkê ji îro û pê ve destpê kir. Qutbûna ji neçarî ya elektrîkê dê li Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê pêk were, li herêmên çiyayî jî bi giranî û dorveger ev qutbûn dê were kirin. Qutbûn, li gorî pêwistiyan wê li navendên bajaran jî bê kirin."