Li bajarên konteyniran zor û zehmetî didome
Li bajarên konteyniran zor û zehmetî didome
Li bajarên konteyniran zor û zehmetî didome
Zehmetiyên gelê Wanê yên ku di sala 2011’ê de bi du erdhejan Wan serûbin bûyî xilas nabe. Li ser daxwaza parêzgeriya ku bi zûrê bajarên konteyniran wan derdixin, erdhejzadeyan dest bi çalekiya birçîbûnê kirin. Cihekî ku biçin têde nîne û heyanî ku daxwazên wan bêne pejirandin wê çalekiya xwe berdewam bikin.
Erdhejzadeyên ku di 23’ê Cotmah û 9’ê Mijdara 2011’ê de piştî çêbûna du erdhejên mezin gelê ku li bajarên konteyniran de hatine bi cihkirin zehmetiyên wan xilas nabin. Walitiya Wanê ji bo ku bajarên konteyner vala bike li ser qutkirina ceyranê, erdhejzadeyên yek ji 4 bajarên konteyner yê bi navê Anadolû konteyner dest bi çalekiya birçîbûnê kirin. çalekiya erdhejzadeyan di roja 4. deye.
Li gorî lêkolîna Rêveberê bajarê Wanê (HDP) Cevahir Yigit Boke ku çûna xwe a vir hate binçavkirin diyarkir ku erdhejzade gelek ji wan kesên bi temenin û pêwistiya wan bi alîkariyê heye. Bi teybet jinên ku hevserên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hîn xirab tire. Her wiha Boke got ku: “ Beşekî mezin ji van mirovan bê karin yan jî bi pareyekî kêm di xwebitin. Cihekî yê van mirovan ku bikarin biçinê nîne.”
‘ARMANC BÊZAR BIKIN Û VALA BIKIN’
Boke da diyarkirin ku bi biryara walî ev 20 roje ceyran li ser kesên ku li bajarên konteyner de jiyan dikin hatiye qut kirin û wiha got: “ Ji ber konteyner bajar bûn walitiyê faturaya ceyrana wê dida. Walîtiyê destê xwe ji vê yekê kêşa. Dixwazin bi şêweyekî wan bêzar bikin van cihan vala bikin. Ev konteynerane ji bo penaberên Sûryeyê hatine şandin. Ev herêmek xirabeye ji be vê yekê pêwiste ev konteyner bimînin.” Boke diyar kir ku TOKİ ku dewletê daye çêkirin ne ji bo erdhejzadeyên ku mane ji derve, yên ku malên wan hene têde hene û li ser camên wan ji bo kirê ye nivîsîn hene. Emlakçi jî di nava vî karî de hene. Li raxmê ku ev pêvajoya zagonî tê bin pêkirin jî lê ti kes xwebatek li ser vê yekê na ke.”
PÊWISTE GAVEK DIN ZÛTIR ÇARESERÎ WERE DANÎN
Boke da diyarkirin ku walî bi van kiryarên xwe dixwaze hemû mafên erdhejzadeyan ji destê wan derxwe. Dixwaze erdhejzadeyan car din perîşan bike û wiha got: “ Erdhejê li feqîran xist. Ev hîna bi heman şêwey berdewame. Weke HDP diçine serdana wan. Mirov nikare di van şert û mercan de jiyan bike. Herî dawî dema ez çûme serdana wan li wir ez jî hatin bin çavkirin. Polîs ferman dide Walî, ‘xwebatkarên çapemeniyê dawetî vir nekin’ dibêjinê. Polîs şidetê li ser gelê li vir jiyan dikin dimeşîne. Bi çekê êrişî welatiyekî kirin. herwiha yên ku dîmenên vir jî digirin li wan gefan dikin.”
Boke got ku li vir 40 kesî dest bi çalekiya birçîbûnê kiriye. Piştî 3 rojan ger çareserî nebe wê dest bi çalekiya rojiya mirinê bikin. Ev ber bi rewşekî xeter vediçe û ji ber tiştek din ew bikin nîne.
‘HEYANÎ KU DAXWAZÊN ME NEYÊN PEJIRANDIN EM DÊ BERDEWAM BIKÎN’
Osman Yavuz ku li ser çalekiya birçîbûnê got ku dewlet dixwaze wan bi şêweyekî çewsandinê ji kongteyneran derbixwe û wiha got: “ Niha ji mere dibêjin derkevin. Cihek em biçinê nîne. Li vir em nêzî 450 kesîne. Em di şert û mercên zehmet de jiyan dikîn. Zarokên me tev nexweş ketine. Ger dewlet çareserî ji bo me ne bîne em dê heyanî dawiyê çalekiya xwe a birçîbûnê berdewam bikîn.”