Li bajarokê Ortaklarê Kurdan cejn pîroz nekirin

Li bajarokê Ortaklarê Kurdan cejn pîroz nekirin

Kurdên li bajarokê Ortaklar ê Aydinê dijîn, ji ber komkujiya çeteyên El Nûsra li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan pêk anîn, şîn îlan kirin û cejn pîroz nekirin.

Bi sedan kesên piştî nimêja Înê ya li mizgefta Ortaklar Yeşîltepeyê hatin cem hev, ji bo balê bikşînin ser komkujiya li Rojava dan xuyakirin ku ew Cejna Remezanê pîroz nakin.

Li ser navê Rêxistina BDP'ê ya Bajarokê Ortaklarê Mehmet Şerîf Suren daxuyaniyek da û bibîr xist ku li hemberî komkujiya li Rojava cîhan bêdeng e û got, "Em dizanin ev bêdengî tê çi wateyê, gelê Kurd bi komployeke nû ya navnetewî re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê, divê hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê komployê bibin yek."

Suren bang li herkesî kir ku ji bo teşhîrkirina rûyê rast ê oldarên sexte bixebitin û anî ziman ku wan di cejnê de ji ber vê sedemê şîn îlan kirine û ji bilî serdanên malbatên girtiyan, gerîlayan, gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, ewê tiştekî nekin.

Hat hînbûn, Kurdên li Ortaklar a Aydinê dijîn jî, li gorî vê bangawaziyê tevgeriyane.