Li Bajêrge operasyon

Li Bajêrge operasyon

Li Bajêrge ya ser bi navçeya Colemêrg Geverê, leşkerên li Qereqola Efekerê derketin operasyonê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku leşkerên ser bi Qereqola Efeker a li Bajêrge, di 14-15'ê Îlonê de derketine operasyonê. Hat ragihandin ku operasyona dewam dike û di heman demê de li Çarçela û Avaşînê balafirên keşfê firiyane.