Li Bakirkoy girtiyên jin ji bo Rojava di roja birçîbûnê dene

Li Bakirkoy girtiyên jin ji bo Rojava di roja birçîbûnê dene

Girtiyên Jin ên ji doza PKK û PAJK’ê yê li girtîgeha Bakirkoy, li hemberî bêdengiya dewletê ya li pêşberî êrîş û komkujiya li dijî Kurdên li Rojava, bi armanca hişyarkirinê dest bi grêva birçîbûnê ya du rojan kirin.

Girtiyên Jin ên ji doza PKK û PAJK’ê ku li girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê tên ragirtin, ji bo bêdengîya li hemberî bêdengiya dewletê ya li pêşberî êrîş û komkujiyên li dijî Kurdên li Rojava, bi armanca hişyarkirinê dest bi grêva birçîbûnê ya du rojan kirin. 

Der heqê mijarê de daxuyaniyek hat dayin û girtiyan nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewletên Rojhilata Navîn û Cîhanê dan û gotin, "Ggelê me yê li Rojava ne bi tenê ye. Di serî de rêveberiya Başurê Kurdistanê divê herkes vê bizanibe. Li vir bi teybetî em Komara Tirk hişyar dikin. Çeteyan ne din jiyîn.”

Daxuyaniya ku têde “şoreşa Rojava” hat silavkirin, hat gotin “Em weke jinên girtî yên li girtîgeha Bakirkoy di 20-21 Tebaxê de bi armanca hişyarkirinê dest bi gireva birçîbûnê ya du rojan dikin. Em berxwedana gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê ku bi şêweyekî destan afirandiye, silav dikin.”