Li Bakûrê Kurdistanê agirê Newrozê geş dibe
Li Bakûrê Kurdistanê agirê Newrozê geş dibe
Li Bakûrê Kurdistanê agirê Newrozê geş dibe
Newroza 2013'an ku bi şîara 'Ji Ocalan re Azadî , Ji Kurdan re statû' hate destpê kirin, li gelek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê pîrozbahî hatin lidarxistin.
Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajar û navçên Bakûrê Kurdistanê bi şîara 'Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re statû' hatin lidarxistin.
Sedan welatiyên li taxa Turgut Ozal a navça Qosera Mêrdînê hatin cem pîrozbahiyek lidarxist û bi durişmeyan azadiya Ocalan xwestin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê BDP'ê Reşat Kaymaz axaftinek kir û dazanîn ku, ew dê agirê Newrozê bi daxwaza 'Ji Ocalan re azadî , Ji Kurdan re statê pêxin. Pişti axaftinan agir hate pêxistin û govend hate girtin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê jî hezaran welatiyên li taxên Nûr, û Dîcleyê hatin cem hev bi heman armancê agirê Newrozê hilkirin. Li gundên grêdayi navça Payizavaya Wanê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyên hatin lidarxistin de welatiyan durişm qêriyan û Azadiya Ocalan xwestin.
Li navçeya Bismila Amedê jî di pêşengiya Rêxistina BDP'ê de li caddeya Noktayê pîrozbahî hate lidarxistin. Li navçeya ku yekem agirê Newrozê hate pêxistin de fîşekên hewayi hatin teqandin û li dora agir govend hate girtin.
Li navça Geverê ya Colemêrgê jî amadekariyên Newrozê berdewam dikin. Ji bo Newroza ku dê di 20'ê Adarê de bê lidarxistin serlêdan hate kirin.