Li Bakûrê Kurdistanê cejn bi xemgînî bihurî

Li Bakûrê Kurdistanê cejn bi xemgînî bihurî

Ji ber komkujî û êrîşên bênavber ên çeteyan li Rojavayê Kurdistanê dimeşînin, Cejna Remezanê li Bakurê Kurdistanê bi xemgînî derbas dibe. Tevî parlamenteran BDP'yî, li gelek bajaran di şûna pîrozkirina cejnê de bi gel re hatin cem hev û çûn serdana gorên gerîla û malbatên gerîla.

Li Bakurê Kurdistanê, Cejna îsal a Remezanê ji ber erîş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê li gelek devrean nehat pîrozkirin û bi tenê serdanên ji bo gorên gerîla û malbatên gerîla hatin kirin. Di kombûnên bi wesîleya cejnê de jî, bal hat kişandin ser êrîşên li Rojava û hêzên piştgiriyê didin çeteyan hatin şermezarkirin.

KAPLAN: YÊN ALÎKARIYÊ DIDIN ÇETEYAN, MÎNA WAN E

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bi wesîleya cejnê çû serdana rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr. Kaplan destpêkê li avahiya BDP'ê ya Bajêr gel pêşwazî kir 3u dûre bi rêveberên partiyê re daket nava bajêr û çû serdana rêxistinên civakî yên sivîl. Kaplan di serdanê de axivî û diyar kir ku ji ber komkujiyên li Rojava ew cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin û diyar kir ku divê rêxistinên civakî yên sivîl piştgiriyê bidin Rojava. Kaplan got, "Di meha pîroz a Remezanê de ev komkujiya bi navê Îslamê li dijî Kurdan tê kirin, em qebûl nakin. Di bin navê ola Îslamê de êrîşî birayên xwe yên Misliman dikin. Yên alîkariyê didin wan çeteyan jî mîna wan e. Gelê Botanê wê vê ti carî qebûl neke û wê her tim li cem gelê Rojava be."

‘DI CEJNÊ DE JÎ JIN Û ZAROKAN DIKUJIN’

Li Wêranşarê jî, li avahiya BDP'ê ya Navçeyê, partiyî û gel hatin cem hev. Di kombûna li vê derê de Hevserokên BDP'ê yên Navçeyê Halîs Aktaş û Servet Kiliç, Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûn, rêveberên BDP'ê yên navçeyê û gelek welatî amade bûn. 

Girseya gel piştre ji vir derbasî Navenda Çand û Hunerê ya Med a Şaredariyê bû û bi sedan kesan li vir cejna hev pîroz kirin. Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Bûrûn da xuyakirin ku ji ber komkujiya li Rojavayê Kurdistanê wan cejna îro bi xemgînî pêşwazî kirine û bibîr xist ku di cejnê de jî jin û zarok têne kuştin û got, "Li Rojava, serê jin û zarokan tên jêkirin. Gelek tê kuştin. Ji ber vê yekê em cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin. Heta ku êşa wan di dilê me de be, em nikarin bi kêfxweşî cejnê pêşwazî bikin. Cejn aştî û biratÎ ye. Em hêvîdarin wê di serî de ji bo gelê Rojava, aştî, biratî û azadî bê ji her gelî re."

LI PIRSÛSÊ SERDANA JI BO GOR Û MALBATÊN GERÎLA

Li navçeya Riha Pirsûsê jî, Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê çû serdana gor û malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane. Di serdanê de Hevserokên BDP'ê yên Navçeyê Salîh Şahîn Û Naîme Şakir, Cîgira Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr û nûnerên MEYA-DER'ê amade bûn. Piştî ku girseya gel qurnefîl danî ser gorên gerîlayên li Goristana Şêx Nasir, Hevserokê BDP'ê yê Navçeyê Salîh Şahîn axivî û diyar kir ku li her devera Kurd lê dijîn, ber bi azadiyê ve dimeşin û destnîşan kir ku ewê bi bîranîna mirovên di vê rê de jiyana xwe ji dest dane re dilsoz bin. Piştî serdana goristanê, BDP'yî çûn serdana malbatên gerîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dane.

LI SEMSÛRÊ SERDANA BO GORA ABDULREZAK CEYRAN

Li Semsûrê jî bi boneya Cejna Remezanê gora Abdulrezzak Ceyran (Mahîr) ya ku di sala 1993'yan de li Nurhaka Gurgumê şehîd ket hat ziyaretkirin. Di ziyaretkirinê de gelek welatî û rêveber û endamên BDP'a navendê û YAKAY-DER'ê jî cihê xwe girt. 

Di roja duyemîn a Cejna Remezanê de, Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Sêrtê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, NÇM, TUHAD-DER, Platforma Şaxên KESK'ê yên Sêrtê çûn serdana Şaredariya Sêrtê. Di kombûnê de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak axivî û xwest, cejn bibe wesîleya aştiyeke mayînde. Sadak diyar kir ku êrîşa çeteyan a li Rojava li dijî gel nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê êdî herkes qebûl bike ku gelê Kurd mîna gelên din bi awayekî wekhev û azad bijî. 

CEJN LI AMEDÊ BI XEMGÎNÎ BIHURÎ

Ji ber komkujiya li Rojava, li Amedê jî cejn bi xemdarî bihurî. Di kombûna bi wesîleya cejnê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Hevserokên BDP'ê yên Amedê Mehmet Emîn Yilmaz û Zubeyde Zumrut, Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrtaş, endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Osman Ozçelîk û gelek welatî amade bûn.

BDP'a Edeneyê bi boneya Cejna Remezanê li avahiya BDP'a Seyhanê bi gelek welatî û endamên xwe re hat cem hev. Di hevdîtina bi welatiyan re serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak axivî û destnîşan kir ku bi destpêkirina pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk re li Bakur dengê çekan rawestiya ye lê belê yak ji parçeyê me li Rojava hêj şerên dijwar berdewam dike û wiha got: "Ji ber komkujiyên ku li Rojava diqewimin em nikarin ji vê cejnê re bêjin cejn."