Li Bakûrê Kurdistanê rêya 767 waran hat girtin
Li Bakûrê Kurdistanê rêya 767 waran hat girtin
Li Bakûrê Kurdistanê rêya 767 waran hat girtin
Li Wanê 2 rojin bê navber berf dibare. Berfa zêde dibare bandorek mezin li ser liv û tevgera welatiyan dike.
Yekîneyên şaredariya Wanê ji bo rê neyên girtin bê navber xebatê dike. Heta niha ji ber berfa zêde li navenda Wanê rêyên 25 gund, Seray 1, Elbak 62, Çardêran 60, Şax 2, Artemêtan 4, Erdîş 20, Westan 5, Payizava 66, Bêgirê 28, Qelqelî 15 û Seray 15 bi tevahî rêyên 303 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Dîsa rêya di navbera Wan û Colemêrgê li qada Kurubaş Koşavê ajokar zehmetiyê dijîn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî berf her ku diçe zêde dibare û bandorek neyînî li ser tevera welatiyan dike. Welatiyen ku serê sibê ji xew rabûn, ji bo berf bandorek neyînî li ser tevgera wan nekin dest bi paqijiyê kir. Li navçeya Geverê rêya 59 gundan û 113 mezrayan hat girtin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî berf ji şevê din de bê navber dibare û yekîneyên şaredariyê ji bo rêyên nava navçeyê neyên girtin karê paqijiyê berdewam dikin.
Li Bajarên Erzirom, Qers û Agiriye jî berfazêde rêyên gundan girtin û welatî xistin nava zahmetiyê. Li Erziromê rêyên 166 gundan, li Agiriyê rêyên 111, li Qersê rêyên 15 gundan bi tevahî rêyên 292 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin.