Li Bakurê Kurdistanê serma zivistanê

Li Bakurê Kurdistanê serma zivistanê

Li Bakurê Kurdistanê berfa destpêkê ya salê li herêma Serhedê bariya. Li jorê Erzirom, Erdexan û Qersê, berf bariya.

Li gorî agahiyên Muduriyeta Herêma 12. a Meteorolojiyê, li Erziromê germahiya hewayê daket 4 pileyan û li navenda bajêr bi qasî santîmetreyekê, erdê berf girt.

Rayedarên Meteorolojiyê dan xuyakirin ku tê payîn ji sibê û pê ve li herêmê berf û baran bi hev re bibarin.

Li navçeya Qamuşanê, nîvê şevê berf bariya û li navenda navçeyê bi qasî 3 santîmetreyan erdê berf girt. Cihekî din ku berf lê bariya navenda bajarê Erdexanê ye.

Li gorî Muduriyeta Herêma 12. a Meteorolojiyê, duh bi şev germa hewayê li Qersê daket binê sifirê 2 û li Erdexanê jî daket sifir pileyî. Tê payîn barîna berf tevahiya rojê dewam bike û ji sibê û pê ve raweste.