Li Baleyanê şahiya piştgiriyê ji bo lîsteya 113

Li Baleyanê şahiya piştgiriyê ji bo lîsteya 113

Di çarçoveya çalakî û xebatên piştgiriyê yên ji bo lîsteya 113 ya PÇDK'ê de li gundê Baleyan ê herêma Qendîlê bi beşdariya sedan şêniyên herêmê û namzetên PÇDK'ê şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiya duh piştî nîvro saet di 03.00 ya li gundê Dola Baleyanî Balekayetî de, namzetên lîsteya 113 ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) Necîbe Omer, Aram Cebar, Pervîn Husên, Barzan Dole reqeyî, Destan Maaruf û bi sedan aligirên lîsteya 113’an amade bûn. Di şahiyê de namzetên PÇDK’ê peyamên xwe ji bo girseyê anîn ziman.

Namzetan di peyamên xwe de bal kişandin ser kar û xebatên xwe yên pêşerojê û diyar kirin ku eger bi serbikevin û biçin parlemanê, ewê hewl bidin ku sîstema siyasî ya Başûrê Kurdistanê, ji nû ve ava bikin û hewl bidin sîstemek yeksan di nava sazî û dezgehên hikûmetê de bidin rûniştandin. Her wiha gotin; “Ji bo hikûmet girîngiyê bide ked û xebata cotyarên Kurdistanê, ji bo herêmên nayên avdan werin avdan, emê têkevin nava hewldanan. Herwiha emê giringî bidin bi berhemên xwemalî yên ku ji aliyê cotyarên herêmê ve têne çandin.” 

Piştî ku namzetan peyamên xwe pêşkêşî gel kirin, hunermendên bi navê Fetahî Sewzewarî, Zubêr Biradostî, Behiye Gever û Ehmed Akreyî derketin ser dikê û bi stranên xwe gel rakirin ser lingan û şahî bi girtina dîlanê heya direngiya şevê berdawam kir.