Li Basel û Stûttgartê komkujiyên Mereş û Roboskî hatin protestokirin
Li Basel û Stûttgartê komkujiyên Mereş û Roboskî hatin protestokirin
Li Basel û Stûttgartê komkujiyên Mereş û Roboskî hatin protestokirin
Li bajarê Swîsreyê Baselê û bajarê Almanyayê Stûttgartê bi çalakiyan, komkujiyên Mereş û Roboskî hatin protestokirin û qurbaniyên komkujiyan hatin bîranîn.
Bi sedan kesên ku li navenda bajarê Baselê hatin gel hev komkujiyên Mereş û Roboskî protesto kirin. Di meşa ku FEKAR, FEDA, IGIF û Partizanê piştgirî dayînê de pankarta li ser “Emê hesabê komkujiya Mereşê bipirsîn”, “Me Roboskî ji bîrnekirine”, “Bijî Kurdistan”, “Hûnê hesabê Roboskiyê bidin” hatî nivîsandin hat vekirin.
Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Sebrî Agir axaftinek kir û diyar kirin ku ew bi rejîmeke ku mirovan qetil dike re rû bi rûne û got: “Bê ku em dîrokê ji bîr bikin, me hemû yan bi hevre hesabê vê pirsî û emê bipirsin.”
Agir bi bîr xist ku rejîmên ku komkujiyên Mereşê û Robiskiyê pêkanîne ji aliyê dewletên Ewrûpayê hatine destek kirin û destnîşan kir ku Ewropa jî berpirsyarê van sûcan e.
Li ser navê Dayikên Aştiyê dayika Halîse axivî û komkujî şermezar kir. Halîsê destnîşan kir ku ji bo pêşî li komkujiyên ji niha û pê ve were girtin, pêwîste karekî hevgirtî yê xurt were meşandin.
Li ser navê FEDA’ê jî Pîr Huseyîn Bîldîk axivî û diyar kir ku kesên komkujiyên Mereş, Madimak û Roboskiyê pêkanîne heman zîhniyete û got: “Kabeya me û qilbeya me mirov e. Ji bo mirovên herî xweşik, bi bawer, biratiya nijadan, da ku bi hev re dinava heskirinê de bijîn em têkoşîna xwe ya azadiyê didomîn.”
STÛTTGART: Li bajarê Almanyayê Stûttgartê jî bîranîneke ji bo qurbaniyên komkujiyên Mereşê û Robostiyê hat lidarxistin. Di bîranîna li Komelaya Çandê ya Mezopotamyayê de gelek Kurdistanî beşdar bûn. Di bîranîn de siyasetmedarê Kurd û nivîskar Muzaffer Ayata wek axaftvan amade bû.
Di civîna bîranînê de Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî wek guhdarvan beşdar bû. Civînê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Ayata di axaftina xwe de ragihand ku komkujiya Mereşê ji bo tinekirina tevgera Kurdan, paqijkirina Elewiyan ji Mereşê û amadekirina bingeha darbeya 12’ê Îlonê pêk hatiye. Ayata destnîşan kir ku êdî kes nikare bi komkujiyan Kurdan terbiye bike.
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.