Li Başûr 3 karkerên Rojhilatê Kurdistanê jiyan xwe ji dest dan
Li Başûr 3 karkerên Rojhilatê Kurdistanê jiyan xwe ji dest dan
Li Başûr 3 karkerên Rojhilatê Kurdistanê jiyan xwe ji dest dan
Hat ragihadin ku li Başûrê kurdistanê 3 karkerên xelkê Rojhilarê Kurdistanê ji ber gaza karbondîoksîtê jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.
Li gor malpera Kurdistanmedia 3 hemwelatiyên Kurd yên ji devera Rojhilatê Kurdistanê Selmasê yên bi navê Yûsif Elî Cilî Baqo(50) yê ji herêma Şipîranê, Mihemd Cilî Baqo kurê Yûsif (15) û Mensûr Cilî Baqo (17) di 11’ê Kanûnê de ji ber sedema jehrîbûna gaza karondîoksîtê jiyana xwe ji dest dane, Omîd Cilo Baqo jî di bûyerê de bi giranî bi jehrê ketiye û niha li nexweşxaneya bajarê Hewlêrê di bin çavdêriya dixtoran de ye.
Hat ragihandin ku, ev karker li kompanyaya Deşta Biheştê kar dikirin. Ji bo bi karibin xwe germ bikin ji aliyê şîrketê ve alavên pêwîst nehatine, ji ber vê jî neçar bûne ku rejiyê bikar bînin, ev jî dibe sedem ku her 3 karker jiyana xwe jidest bidin.
Li gorî heman çavkaniyê ta niha li bajarê Hewlêrê 2 hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistana yên binavê Selah û Elî di dema kar de jiyan xwe dest dane.