Li Başûr çarenûsa 183 girtiyên bi cezayê darvekirinê girtîne ne diyar e

Li Başûr çarenûsa 183 girtiyên bi cezayê darvekirinê girtîne ne diyar e

Li Herêma Başûrê Kurdistanê 183 girtiyên ku cezayên darvekirinê  lê hatine birîn, çarenûsa wan ne diyar e.

Endamê Komeleya  Piştgiriya Demokrasiyê û Mafên Mirovan parêzer Karzan Fazil  der barê mijarê de ji  malpera Niha24’ê re axivî û got: “ Li Herêma Başûrê Kurdistanê li 183 kesan cezayê darvekirinê  hatiye birîn. Tevî ku cezayê wan bicih nehatiye anîn jî, lê di cezayê wan de ti guhertin nehatiye kirin. Ev girtiyên mijara gotinê, çend sal in di girtîgehê de ne û li bendê ne ku der barê rewşa wan de guhertin bên kirin û çarenûsa jiyana wan bê diyarkirin.”

Karzan Fazil destnîşan dike ku ev kirinên li ser girtiyan tên meşandin ne qanûnî ne û got: “ Me çend caran li gel Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê, Wezareta Mafê Mirovan û Wezareta kar û barên civakî li ser vê mijarê axivî, lê heta niha der barê mijarê de tiştek ne hatiye kirin.”