Li Başûr krîza avakirina hikûmetê
Li Başûr krîza avakirina hikûmetê
Li Başûr krîza avakirina hikûmetê
Li Başûrê Kurdistanê di 21’ê îlonê de hilbijartinên palamenteriyê hatin lidarxistin, lê li gel ku di ser hilbijartinan re ji mehekê zêdetir derbas bû jî, hîn hikûmet nehatiye avakirin.
Li aliyekê partiyên ku nikarin bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin, li pey koalîsyonê ne lê heta niha lihev nekirine, li aliyê din hêzên wekî Tirkiye û Îranê dixwazin hikûmetek li gorî wan bê avakirin.
Piştî hilbijartinan Desteya Bilind a Hilbijartinan di meha cotmehê de encamên hilbijartinan eşkere kiribûn. Li gorî encaman ji 111 kursiyên parlamentoya herêmê Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) 38 kursî, Tevgera Goran 24 kursî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) 18 kursî, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistan 10 kursî û Koma Îslamiyan jî 6 kursî bidest xistin. 4 kursî Partiya Tevgera Îslamî, Partî Komînîstî Kurdistan, Partiya Sosyolojî û Xeta Sêyemîn bidest xistin. 11 kursiyên dawiyê jî din ava partiyên nûnerên kêmnetew û baweriyên herêmê de hatin parvekirin.
Li gorî van encaman tu partî nikarin bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin. Ji ber ku li gorî zagonan ji bo ku partiyek karibe hikûmetê ava bike pêwîste herî kêm 56 parlamenter hebin. Lewre hikûmet wê ji koalîsyonê pêk were. Li gorî çav li rê ye ku di rojên pêş de Serokê Herêma Kurdistana Başûr Mesût Barzanî peywîra avakirina hikûmetê bide PDK’ê ku di hilbijartinan de yekemîn derketiye. Piştî vê yekê wê PDK bi partiyên din re hevdîtinan pêk binen û hewl bide ku hikûmetê ava bike.
Hîn bi awayekî fermî ev pêvajo destpê nekiriye, lê li gorî hevdîtinên veşartî yan jî li kolanê tên kirin, avakirina hikûmetê hêsan nabe. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku dirêjbûna pêvajoya avakirina hikûmetê jî ji ber vê yekê ye.
Li gorî gelek çavdêran, 3 senaryo hene. Yek ji van ew e ku hikûmetek ji hemû aliyên di hilbijartinan de biser ketine pêk were. Ya din hîkûmeta PDK û YNK’ê ye, ya sêyemîn jî ew e ku di navbera YNK’ê û partiyên din ên biçûk de hikûmetek bê avakirin. Tê gotin ku ji van seneryoyan ya 3’yemîn îhtîmalek lawaz e, ji ber ku PDK li Hewlêr û Duhokê desthilatdar e, lewre avakirina hikûmeteke ku PDK di nav de nebe, hinekê zehmet e.
Hîn tu ji van seneryoyan pêk nehatine, lê diyar dike ku avakirina hikûmetê hêsan nabe. Nexasim her partiyek li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibe, lewre jî krîz derdikeve. Tê gotin ku YNK ditirse ku dema li gel PDK’ê hikûmet ava kir, piştgiriya gel a ku di hilbijartinan de kêm bibû, hîn zêdetir dakeve. Ji ber vê yekê jî dixwaze ku bi hevkariya hemû hêzan hikûmetek bê avakirin.
PDK ku bi 38 kursiyên xwe nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike jî, neçar e hevkar an jî hevkaran bibîne da ku karibe hikûmetê ava bike. Lê çavdêrên siyasî dibêjin ku PDK ji bo hevkariya hikûmetê tu şertên partiyên din qebûl nake.
Li aliyê din tê gotin ku hikûmeta dê bê avakirin ji bo Tehran û Enqereyê jî gelekî girîng e, nexwasim herdu navend jî hewl didin ku li herêmê xeta xwe ya siyasî bidin meşandin. Siyasetmedar herêma Başûr di navbera Tehran û Enqera de parçekirî dibînin. Ev her du alî jî ji bo rola xwe di avakirina hikûmeta Başûr de bilîzin dixebitin. Tirkiyê bi awayekî fermî Tevgera Goran ji bo şahiyên salvegera 90’an a damezrandina dewleta Tirkiyê vexwend Enqereyê. Çavdêrên siyasî vê yekê wekî hewldaneke Tirkiyê ya ku dixwaze Tevgera Goran bi aliyê xwe ve bikişîne, bi vî rengî bike hevalbenda PDK’ê li Başûrê Kurdistanê û bandora YNK’ê û Komara Îslamiya Îranê di hikûmeta nû de lawaz bike.
Li aliyê din li gorî nûçeyek ku Rojnameya Hewlatî weşandiye Komara Îslamiya Îranê her pênc hêzên kurdî ji desthilatdar û opozîsiyonê vexwendine Tehranê. Tê gotin ku Îran dixwaze ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê li Tehranê ava bike. Di vê hewldana Îranê de jî diyar e ku Îran dixwaze zorê bide ser YNK’ê û opozîsiyonê ku bi hêz beşdarî hikûmeta nû bibin. Bi vê yekê jî dixwaze bandora Tirkiyê kêm bike.
Gelek çavdêr dibêjin, ne dûr e hikûmeta nû ya Başûrê Kurdistanê ji PDK’ê û YNK’ê yên ku hevpeymanên stratejîk di navbera wan de hene, bê avakirin
Tê zanîn ku PDK’ê û YNK’ê di 27’ê Tîrmeh 2007’an de hevpeymanek ku navê “hevpeymana stratejîk” lê hatibû kiribîn, imze kiribûn. Li gorî peymanê herdu alî bi yek lîste beşdarî hilbijartinên borî bibûn, û her du salan serokê hikûmetê û parlamentoyê bi hev biguharin. Peyman wê heta 2015’an dom bike.