Li başûr û rojavayê Kobanê pevçûnên dijwar
Li başûr û rojavayê Kobanê pevçûnên dijwar
Li başûr û rojavayê Kobanê pevçûnên dijwar
Şer û pevçûnên ku di 15’ê Îlonê li her sê eniyên herêma Kobanê despêkirin bi hemû germahiya xwe di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin.
Çeteyên DIAŞ’ê bi hemû çekên xwe yên giran êrîşê herêma Kobanê dike, lê rastî bersîva tund a şervanên YPG’ê û gelê Kobanê tê.
Di du rojên derbasbûyî de şervanên YPG’ê derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dan. Şevê din li eniyên başûr û rojavayê herêma Kobanê şer û pevçûn dijwar derketin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin. Lê ji ber dijwariya şer encama kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê ne hat zanin.
Li gorî agahiyên ji herêma şer hatine girtin çeteyên DAIŞ’ê bi hovane herêmên sivîlan tevlîhev top baran dike.
Şer û pevçûn li herêmên başûr û rojavayê Kobanê di asta xwe ya herî bilind de dewam dikin.